Lavrov: Di destê me ti belge tine

Lavrov dibêje ti belge di destê me de tineye
کوردستان TV
100%

 

Wezîrê derve yê Rûsyayê dibêje derbarê lihev kirina Amerîk û DIŞIê de ti belgeyeke wan tineye

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku di destê wan de belgeyên ku Amerîka û DIŞIê li hevkirine tine ne û koalîsyona navdewletî ku Amerîka pêşengiya wê dike, bi çalakiyên astengkirina operasyonên li dijî DIŞIê ya Artêşa Sûriyeyê û Rûsyayê sûcdar kir.

Lavrov di civîna çapameniyê ya li Moskowê axivî û diyar kir ku hêzên koalîsyonê operasyonên li dijî DIŞIê yên Artêşa Sûriyeyê û Hêzên Hewayî-Fezayî ya Rûsyayê asteng dikin.

Lavrov nûçeyên derbarê derxistina Reqayê yên terorîstên DIŞIê ji aliyê Amerîkayê ve şîrove kir û got: "Ez nikarim bibêjim ku di navbera Amerîkayê û DIŞIê de li hev kirin heye. Li gorî daneyan nirxandin dikin.

Ti delîl tine ne ku peyman hatiye morkirin lê derxistina milîtanan bandorê li rewşa herêmê kir. Lewrê divê em vê yekê lêkolîn bikin. Me divê mijarê de ji Washingtonê daxwaz kir."

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.