HSDê zeviyeke petrolê û gundek kontrol kir

HSD zimîneke din ya petrolê kontrol kir
کوردستان TV
100%

 

 

Hêzên Sûriya Demokratîk HSDê di çarçoveya operasyonên Bahoza Cezîrê de zeviya petrolê ya Tenek û gundê Bûseyra yên Dêrazorê ji destê DIŞIê derxistin.

Operasyona Bahoza Cezîrê ku ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk ve ev 64 roj in hatiye destpêkirin berdewam e û HSDê ragihand ku hêzên wan zeviya petrolê ya Tenek ku dikeve rojhilatê bajarê Dêrazorê kontrol kiriye û di encama şer û pevçûnan de jî 19 terorîstên DIŞIê hatine kuştin, otomobîleke bombebarkirî ya DIŞIê hatiye teqandin û her wiha cebilxaneyeke DIŞIê jî ketiye destê hêzên wan.

HSDê balkişande ser wê yekê ku hêzên wan gundê Bûseyra yê ku dikeve sêgoşeya ava Xabûrê û Firatê jî kontrol kirine û li wî gundî jî 5 terorîstên DIŞIê hatine kuştin.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.