Amerîka: Çekên me ketine dest milîsên ser bi Îranê

amerîka dibêje çekên me dane Îraqê ketine destê çekdarên Îranî
کوردستان TV
100%

 

 

Hejmarek ji berpirsên payebilind ên Amerîkî mikur hatin ku çekên wan ketine destê milîsên ser bi Îranê li Iraqê.

Wan berpirsên Amerîkî dilgiraniya xwe dan xuyakirin ku çekên wan ketine destê çekdar û milîsên şîe yên ser bi Sipaha Pasdaran a Îranê, ku Amerîka ew rêxistin derbasî nav lîsta terorê kiriye. Hevdem mana berpirsên îdara berê ya Amerîka di îdara niha ya Trump de, wek sedema şikestina siyaseta derve ya Amerîka dibînin.

Ew berpirsên Amerîkî dest bi radestkirina belgeyên xwe kirine ji bo wezareta derve ya welatê xwe, ku niha şaştiyeke stratejîk a gelekî mezin dikin, ji ber ku ew alîkariyên leşkerî yên Amerîka ji Iraqê re, ketine destê milîsên Îranî de û vê yekê hiştiye ku Îranê li navçeyê bihêz bibe.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.