Mesrûr Barzanî: Kurdistan binpê kirina mafên xwe qebûl nake

Mesrûr Barzanî dibêje Kurdistan bo diyalogê amadeye
کوردستان TV
100%

 

Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê û balyozê YEê civiyan.

Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê YEê yê li Bexdayê Ramon Casas kir.

Di civînê de rewşa dawî ya deverê, têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê hatin nirxandin û balyozê YEê piştgîriya YEê bo bilze destpê kirina diyalogeke raste rast ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser esasê destûra Îraqê, diyar kir û hêvî xwest di demeke nêz de dawî bi aloziyên navbera her du aliyan were.

Derbarê pêşhatên siyasî û leşkerî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyar kir ku lazime kêşeyên heyî bi awayekî mayende û bi  yekcarî werin çareserkirin daku hertim di çarçoveya ew nadadperweriya dîrokî yaku li hember gelê Kurd tên kirin, nezivirîn.

Mesrûr Barzanî amadebûna Kurdistanê bo çareser kirina kêşeyên heyî bi awayekî mayende û hertimî bi rêbazên aştiyane diyar kir û got: Kurdistan bi ti awayî binpê kirina mafên xwe qebûl nake.

Mesrûr Barzanî herwiha hêvî xwest civata cîhanî jî roleke ektîf bigre serxwe daku astengiyên li berdem danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayî ji nav bibe û pêşî ji çûbûna aloziyên zêdetir li deverê de bigre.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.