Nêçîrvan Barzanî: Iraq dixwaze statûya Kurdistanê pûç bike

Nêçîrvan Barzanî dibêje emê rê nedin Bexda planên xwe cîhbicîh bike
کوردستان TV
100%

 

 

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku hikûmeta Kurdistanê dê li ser dayîna mûçeyê karmendan berdewam be. Barzanî her wiha da xuyakirin ku wan nîgeraniyên xwe li ser bûdceya giştî ya 2018 ya Iraqê ji rayedarên Iraqê re şandine.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî îro civîneke rojnamevaniyê li dar xist û li ser çend mijaran daxuyanî da.

Nêçîrvan Barzanî li ser fikar û tirsên ku li ser qutbûna mûçeyê karmendên Kurdistanê heye, got: Hikûmet dê li ser dayîna mûçe berdewam be. Mûçeyê meha bê jî amade ye û dê were dayîn.

Serokwezîr Barzanî li ser pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê jî got, heta niha ti pêşveçûnek nîne, ne roja destpêkirina diyalogê hatiye kifşkirin ne jî ti şandeka Kurdistanê dice Bexdayê. Lê me gelek caran gotiye û em dîsa jî dibêjin Herêma Kurdistanê daxwaz dike tevahiya arîşeyan di çarçoveya Destûrê de û bi diyalogê bên çareserkirin.

Nêçîrvan Barzanî behsa kêmkirina bûdceya Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve jî kir û got, hikûmeta Iraqê di reşnivîsa qanûna bûdceya sala 2018 ya Iraqê de bûdceya Herêma Kurdistanê kêm kiriye, ev jî nîşan dide ku ew dixwazin Herêma Kurdistanê ji holê rakin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê da zanîn ku wan nîgeraniyên xwe li ser bûdceya Kurdistanê ji rayedarên Bexdayê re şandin û ji wan re gotine ku para Kurdistanê %17 ye.

Nêçîrvan Barzanî behsa erdheja şeva borî ya Kurdistanê jî kir û ragihand, lêjneyek bo hesibandina ziyanên erdhejê pêk aniye.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.