KCDê ji bo alîkariya gelê Rojhilat û Başûr bang li her kesî kir

KCD dibêje lazime bihevre birînên erdhejê derman bikin
کوردستان TV
100%

           

 

Kongreya Cıvaka Demokratîk (KCD) têkildarî erdhej li Rojhilat û Başûr ji ber erdhejê hatiye jiyankirin, bang li gelên Kurdistanê û herkesî kir ku bi gelên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê re din ava hevkariyan debin.

KCD’ê têkildarî erdhej li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê pêk hat daxuyanî da û banga alîkariyê kir.

Daxuyanî wihaye:  Li Rojhilata Navîn li gel komkujî û wêraniya ji ber şerê ku 3 sal in berdewam dike, êş û azarên ji ber karsetên xwezayî derketine holê her ku diçe zêde dibe. Di ev pêvajoya ku em tê de derbas dibin, her kêliyê wê bi komkujî, zext, zilm û êşan derbas dibe. Bi giştî li Rojhilata Navîn û bi taybetî li Başûr û Rojavayê Kurdistanê, gel li hemberî hegemonyayê  şerê diyarkirina çarenûsa xwe dide û ev yek hiştiye ku li seranserê dinyayê bên naskirin.

Di pêvajoya ku bi têkoşîna hevpar a gelan wê ev êriş û hewldanên valaderxistina berjewendiyên gelan, têk diçe de, ev keraseta xwezayî ya ku derket holê me xemgîn kiriye. Piştî erdheja 7.3 ya li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê pêk hat û gelek welatî jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne me xemgîn kiriye. Ligel ewqas êş û wêraniyê, wendahiyên ji ber erdhejê çêbûne dihêle ku em ji her demê bêhtir bi hev re têbikoşin û di nava tevkariyê debin.

Em wekî Kongreya Civaka Demokratîk diyar dikin bi ruhê Kobanê bi gelên Kurdistanê re di nava tevkariyê debin. Rehma Xwedê li kesên di vê karesatê de jiyana xwe ji dest dane be û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin.

Li hemberî ev êşa ku hatiye jiyîn, em bang li gelên Kurdistanê û herkesî dikin ku bi gelên me yên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê re din ava tevkariyê debin.”

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.