YPGê malbatên DIŞI yên rûsî radestî Rûsyayê kirin

YPG û Rûsiya li ser malbetên DIŞIyan lihev kir
کوردستان TV
100%

 

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) doh li bajarê Qamişloyê, hejmarek ji malbatên terorîstên DIŞIê yên ku hemwelatiyên Rûsyayê ne, radestî fermandarên leşkerî yên rûsî kirin.

Ji bo radestkirina malbatan, duh li bajarê Qamişlo bi amadebûna Generalê Rûsî Alexander Kim û Cîgirê Serokê Komîteya Karên Derve ya Meclîsa Rûsipiyan a Rûsyayê Dr. Ziyad Sebsebî û Hevserokê Desteya Karên Derve ya Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Umer, Berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd civîneke çapemeniyê hate lidarxistin.

Di vê civînê de Nûrî Mehmûd axivî û got: "Wekî YPG û HSDê li ser bingehên parastina mafên mirovan û zagonên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk me bi van malbatan re, danûstandin kir û tevahiya cîhanê jî şahidê vê yekê ye."

Mehmûd diyar kir ku 13 jin û 29 zarokên ku li gel wan in, wê bi îmzekirina YPG û Generalê Rûsî Alexander Kim, bi awayekî fermî radestî hikûmeta Rûsyayê werin kirin.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.