Rojeva hevdîtina Pûtîn û Erdogan diyar bû

Pûtîn û Erdogan rewşa Sûriyayê nîqaş dikin
کوردستان TV
100%

 

Berdevkê Kremlînê Dmîtriy Peskov ragihand ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di hevdîtina xwe yê li bajarê Soçiyê ku îro were lidarxistin de, dê mijara Sûriyeyê binirxînin.

Peskov ji rojnamegeran re axivî û diyar kir ku, "Pûtîn ji bo hevdîtina bi Erdogan re diçe Soçiyê û mijara herî sereke y hevdîtinê dê rewşa li Sûriyeyê be."

Peskov destnîşan kir ku her du serok rewşa herêmên kêmkirina rageşiyan, berdewamiya pêvajoya îstîqrara siyasî û mijarên wek perspektîfên pêşveçûna vê pêvajoyê binirxînin.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.