Li Colemêrgê 31 herêm weke “Hêremên Ewlehiya Taybet” hatin îlankirin

hikûmeta Tirkiyeyê zextin xwe li ser Kurdan didomîne
کوردستان TV
100%

 

 

31 taxên bi ser Colemêrg, Çelê, Şemzînan û Geverê ve girêdayî ne, ji bo 14 rojan weke “Herêmên Ewlehiya Taybet” hatin îlankirin.

Walîtiya Colemêrgê aşkere kir ku 31 taxên cuda yên li bajêr, ji bo 14 rojan weke “Herêmên Ewlehiya Taybet” hatin îlankirin.

Walîtiyê di malpera xwe ya ferîm de diyar kir ku biryar îro saet 00:00:01ê de dest pê kiriye û heta saet 23:59:59ê 24ê Çiriya Paşiyê ya 2017yê wê berdewam bike.

Biryar di çarçoveya xala 32/A ya Yasaya Herêmen Ewlehî û Herêmên Qedexeya Leşkerî ya hejmar 2565ê de tê standin. Di vê çarçoveyê de ketina van herêman a bêsdestûr tê qedexekirin.

Walîtiyê hinceta vê biryarê; “bandora neyênî ya li ser pêşketinên aborî û civakî û jiyana rojane” ya di encama çalakiyên PKKyê yên li bajêr de nîşan da:

“Walîtiya me di serî de ji bo ewlehiya mal û milkên welatiyên me bistîne, atmosfera aramî û ewlehiyê berdewam bike, dewleta me û miletê mi le hemberî gefên her cure terorîstan û êrîşan biparêze; ji bo li herêma xwe asayiş û emniyetê dabîn bike di çarçoveya yaseyan de her cure tedbîran distîne.”

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.