Pêşveçûna şervanên HSDê ku hêza sereke ji YPGê pêk tê di çerçoveya Pêngava Bagera Cîzirê de li Dêra Zorê dewam dike. Hate ragihandin ku HSDê gundê Elî Şahî rizgar kirin û êrîşa çeteyan a li ser gundê Tuyemî şikandine. Di encama şer de 18 terorîstên DIŞIê hatin kuştin.
Hate diyarkirin ku şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di encama şerekî dijwar de gundê Elî Şahî ku 16 kîlometro dikeve rojhilatê bajarê Dêra Zorê ji rêxistina terorîst a DAIŞê izgar kirine û di encama şerê ku li gund qewimî de 5 terorîstên DIŞIê hatin kuştin û erebeyeke doçka hat îmhakirin.
Li aliyekî din ve terorîstên DIŞIê êrîş birin ser noqtayên HSDê yên li gundê Tuyemî yê dikeve rojhilatê bajarê Dêra Zorê. Li gorî haydariyên ji herêmê di encama DIŞIê û şervanên HSDê de şerek dijwar rû da ye. Hat eşkerekirin ku di encama şer de 13 DIŞI hatine kuştin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin