Koşka Spî: Trump û Putin li APECê nacivin

Pûtîn û Trump nacivin
کوردستان TV
100%

 

 

Piştî belav bûna hin nûçeyan derbarê civîna navbera Serokê Amerîka û Rûsyayê ya di çarçoveya civîna hevkariya abûrî ya Asyayê de, îro Peyvdara Koşka Spî, ew nûçeyên han red kir.

Peyvdara Koşka Spî Sarah Sanders ragihad ku Serokê Amerîka Donald Trump û hevtayê wî yê Rûs Vladimir Putin, di çarçovya civînên Hevkariya Abûrî ya Asya-Pasîfîk (APEC) necivin.

Sanders diyar kir ku jiber bernameya wan her du aliyan, vê nikarin kom bibin.

Sanders got: Dê li heman cîhî bin. Gava li hev rast werin dê silavê li hevdu bidin? Bêguman, mimkun e. Lê di bernameyê de ti hevdîtineke fermî tune û ne li ber e ku bibe’’

Ji aliyeke din ve jî Peyvdarê Kremlînê Dmitriy Peskov jî da zanîn ku kordînasyon didome û hîn tiştek zelal nebûye.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.