Ajansa Reuters belav kir ku spah pasdaran ya Îranê di nav du salên dawî de, herî kêm 30 kesên ku welatiyên du dewletan in, bi hiceta sixurî girtine.
Ajansa Reutersê bal dikşîne ku li gor parêzêr û merivên kesên girtî, hejmara wan du qat ji hejmara ku berê hate ragihandin pirtir e.
Piştî îmzakirina rêkeftina navokî, hêvî bilind bûbûn ku peywendiyên Îranê bi cîhana rojava re baştir be, lê hejmara bilind ya kesên girtî, wêneyeke reşbîn tine pêş.
Reuters bal dikşîne ku ji nav 30 kesên aniha li Îranê girtî, 19 hemwelatiyên Ewrupa ne û di salên pêşîn de tevahîya wan Amerîkiyên bi eslê xwe Îranî bûn.
Parêzer û xizmên kesên girtî dibêjin ku Pasdaran wan di têkîliyên navnetewî de wek çek bi kar tîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin