Cîgirê Serokê Dewleta Rûsyayê Yûrî Ûşakov ragihand ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bi Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump re sibê li Vîetnamê hevdîtin pêk bîne
Ûşakov ji rojnamegeran re axivî û got: Niha li ser hevdîtinên axaftin tên kirin, dê hevdîtin di 10ê Mijdarê de pêk were.
Ûşakov di daxuyaniya xwe yê beriya niha de eşkere kiribû ku her du alî di çerçoveya Hevkariya Aborî ya Pasîfîk a Asyayê (HAPA) de dibe têkiliyên dualî yên derbarê rewşa krîza li Sûriyeyê û Koreya Bakur binirxînin.
Ev hevdîtin dibe cara duyemîn ku Pûtîn û Trump rûbirû hevdîtin pêk tînin. Her du serok beriya niha di çerçoveya Lûtkeya Serokên G20ê de li Almanyayê hevdîtin pêk anîbûn. Aliyan şerên li Ûkrayna û Sûriyeyê, têkoşîna li dijî terorîzmê û ewlehiya sîberê axivîbûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin