Li Amedê bi navê Loading mekanekî nû yê hunerê vebû

li Amedê navendeke nû ya hunerî hate vekirin
کوردستان TV
100%

 

Çar hunermendên kurd: Cengiz Tekin, Deniz Aktaş, Erkan Ozgen, û Şener Ozmen. Çar hunermendên ku li Diyarbekirê dijîn û diafirînin hatine ba hev û li Amedê bi navê Loading cîgeheke hunera hevçerx vekirin. Şener Ozmen li ser navê Loadingê ji Sputnik Kurdistanê re behsa kurteserborîya destpêka xebatên xwe û hevalên xwe û avakirina cîgeha Loadingê kir.

Hunermendê kurd Şener Ozmen wiha behsa serborî û fikrê avakirinê Loadingê dike: "Di dawîya salên 90'î de ez, Erkan û Cengiz di heman zangoyê de bûn, li Zankoya Çukurovayê di Fakûlteya Hêvotinê ya Beşa Mamostetîya Nîgarê de; Cengiz di sere serî de li wir bû, Erkan ji Malatîyê derbasî Çukurovayê bûbû, min jî di sala 95an de ji nû ve dest bi perwedehîya xwe ya di sala 91an de min bi biryareke nepayîn dev jê berda bû, kiribû.

 A soxîn; pêşî ez ji wê dojehê derketim û min berê xwe da Diyarbekirê bo mamostetîyê, di pey min re Cengiz û Erkan jî vegerîyan, Erkan li Dêrika Çîyayê Mazî, Cengiz jî li Qoserê dest bi mamostetîyê kiribû.

Axirî soxirî, piştî çend salên ne hinde xweş, ew jî hatin navendê. Çend salên li Edeneyê, jixwe tim û dayîm em li nik hevûdin bûn, mala Erkan nêzîkî mala min a li Mavi Bulvarê bû, şevbûhêrkên me pirranî li ser hunera hevçerx, strukturalîzm û post-strukturalîzm, gengeşeyên li ser postmodernîzmê, para bêhtir Lyotard, bîr û boçûnên navend-estetîk, helbest û siyasetê bûn. Jixwe em çend xwendekarên Kurd bûn di beşê de.

Sputnik

 

Çand û Huner

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.