Qeter daxwaz ji Bexdayê kir vegere ser diyalogê

Qeter ji Îraqê re got diyalogê bike
کوردستان TV
100%

 

Wezîrê derve  yê Qeterê ji Bexdayê xwest li gel Hewlêrê diyalogê bike.

Wezîrê Derve yê Qeterê ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji hikûmeta Iraqê daxwaz kir ku pirsgirêk bi rêya diyalogê werin çareserkirin.

Wezîrê Derve yê Qeterê Mihemed Bin Ebdurehman el-Sanî û Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Ceferî li Dewhaya paytexta Qeterê hevdîtinek li hev civiyan û piştî wê, herdû wezîran civîneke hevbeş a çapemeniyê li dar xist.

Ceferî derbarê hebûna leşkerên Tirkiyeyê di nava axa Iraqê de got, nabe hêza leşkerî ya dewleteke cîran li nav Iraqê hebin.

Herwiha Ceferî diyar kir ku peywendiyên stratejîk di navbera cîranên Iraqê, bi taybetî jî li gel Îran û Tirkiyeyê hene û ew dixwazin pirsgirêk jî bi mekanîzmayên danûstandinê werin çareserkirin.

Wezîrê Derve yê Qeterê Mihemed Bin Ebdurrehman al-Sanî, jî daxwaz kir pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi rêya diyalogê were çareserkirin.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.