Li gor nûçeya Huriyetê, rayedarên serokwezîrtiyê di daxuyaniya ku piştî balafira Yildirim giha Amerîkayê de ragihandin de hat aşkere kirin ku hevdîtin ji aliyê Amerîkayê ve taloqî 9 mijdarê hatiye kirin û dê li Qesra Sipî hevdîtin pêk were.
Hevdîtina Pence û Yildirim ewilê ji bo roja 8ê mijdarê hatibû diyar kirin. Lê aliyê Amerikayê doh di saetên êvarî de gotin dê hevdîtin di 8ê mijdarê de neyê kirin. Lewra Serokê Amerîkayê Trump ku li serdana Asyayê ye, ji Pence xwestiye ku ji devla wî ve beşdarî merasîma kesên ku di êrîşa dêrê de hatine kuştin.
Li ser vê yekê Yildirim bernameya xwe ya Washîngtonê û saeta balafira xwe kêşand pêş û biryar da ku vê sibê bide rê. Bi vî awayî dê sûd ji 8 saetên ferqa di navbera Tirkiye û Amerîkayê de bigirta û piştî 12 saetan rêwîtî jî dê îro bikiraya bi Pence re hevdîtinê pêkbîne. Lê îro Amerîka berî ku balafira Yildirim rabe xwestin ku hevdîtin di 9ê Mijdarê de pêk were.
Hevdîtîna Binali Yildirim û Mike Pence hat paş xistin
Rayedarên Amerîkayê dema hevdîtina Serokwezîrê Tirkiyeyê û Cîgirê Serokê Amerîkayê paş xistin.
100%
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin