Hat gotin ku Sûriye dixwaze nasnameya Sûrî ji wan penaberên Sûrî yên ku bûne “tirk” bistîne.
Rojnameya El-Weten ya Sûrî belav kiriye, parlamentoya Sûriyê pirojeyekî gotûbêj dike ji bo standina nasnameya Sûrî ji wan welatiyên ku ji Sûriyê reviyane.
Rojnameyê daye zanîn ku ew piroje dê wan Sûriyan li xwe bigire ku nasnameya Tirkî wergirtine.
Beriya niha hikûmeta Tirkiyê raghandibû, ku ewê nasnameya Tirkî bidin beşek ji penaberên Sûrî yên li Tirkiyê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin