Hat ragihandin ku endamên Kongreya Amerîkayê Trent Franks û Brasd Sherman ji bo Heşda Şebî têkeve lîsteya terorê pêşnûmayek pêşkêşî Kongreyê kirin.
Li gorî çavkaniyên berdest, endamên Kongreya Amerîkayê Trent Franks û Brad Sherman ji bo baskên Esayîb Ehlê Heq û Hizbulah-Nuceba yên bi ser Heşda Şebî têkevin lîsteya terorê pêşnûmayek pêşkêşî Kongreyê kirin.
Rêxistina Esayib Ehlê Heq di bin serokatiya Qeys Xezali û rêxistina Hizbulah-Nuceba ya Iraqê jî di bin serokatiya Ekrem Kebi ku bi dijberiya xwe ya hemberî Kurdistanê û Amerikayê têne naskirin in. Esayib Ehlê Heq rêxistinek ji yên herî bihêz di nav Heşda Şebî de ye û hîn ji destpêkê ve di nav milîsên Heşda Şebî de cîh digre. Hizbulah Nuceba di sala 2013an de li Iraqê hate avakirin û xwe wekî brayên Hizbulaha Libnanê bi nav dike. Di nav de milîsên ji welatên cuda hene.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin