Wezîrê derve yê Siûdiyeyê dibêje ti cudatî di navbera DIŞI û hizbulahê de tuneye.
Wezîrê derve yê Siûdiyeyê yê bo karûbarên Kendavê Samir Sebhan diyar kir ku Siûdiye bi ti awayî Serokwezîrê Libnanê Sed Herîrî har nekiriye daku dev ji postê xwe berde.
Ew berpirsê Siûdî herwiha diyar kir ku beriya niha Siûdiye gelek hevkarî û piştgîriya Sed Herîrî kiriye lê niha çekdarên hizbulahê hewl bo vê yekê didin daku şerê li Sûriyayê veguhezên bo nava Libnanê daku bi vê rengî rewşa Libnanê jî aloz bikin.
Sebhan herwiha got: Ti cudatiyek di navbera terorîstên DIŞI û çekdarên hizbulahê de tuneye û ew her du tîmên çekdar ji aliyê Îranê ve tên piştgîrîkirin û pirçekkirin û li ser daxwaza Îranê jî li deverê de şer dikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin