Lazime Trump bo xwe li dosyeya Îraqê binêre

hijmarek Senatorên Amerîkayî rexne li Îraqê dikin
کوردستان TV
100%

 

Hijmarek Senatorên Amerîkî hişdarî didin Rayedarên Îraqê.

Komek senatorên Amerîkî li ser êrişên Heşda Şeibî û hêzên Iraqî li ser Kurdistanê hişyarî dan serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û ragihandin, parastina gelê kurd û pêkhateyên din yên Kurdistana Iraqê bo wan gelekî girîng e.

Çend senatorên Demokrat û Komarîxwaz yên Amerîkî li ser êrişên vê dawiyê yên Heşda Şeibî û hêzên Iraqî li ser Herêma Kurdistanê, nameyek ji serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re şandin.

Senatorên Demokrat Chris Murphy û Tim Kaine û herwiha senatorên Komarîxwaz Ron Johnson, Marco Rubio, John Barraso, Jarnes Ristch, Cory Gardner û Johnny Isakson di wê nameyê de ji Ebadî daxwaz kirine ku li gel hikûmeta Herêma Kurdistanê kar bike da ku ti metirsiyeke şer nemîne.

Senatorên Amerîkî eşkere kirine ku şerê di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de ne di berjewendiya ti aliyekê de ye.

Di nameyê de senatorên Amerîkî dibêjin: “Emê berdewam bin li ser piştgiriya hikûmeteke bi hêz û otonom ya Herêma Kurdistanê, parastina gelê Kurdistanê û pêkhateyên din. Ev yek ji bo me karê herî giring e.”

Senatoran di nameya xwe de careke din banga diyalogê ji Hewlêr û Bexdayê kirine û daxwaz kirine hemû pirsgirêk bi rêya diyalogê werin çareserkirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.