Wezîrê derve yê Rûsyayê dibêje me tevahiya aliyên opozîsyonê bo kongreyê vexwandine.
Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku vexwendnameyên ji bo Kongreya Dîyaloga Niştimanî ya Sûrîyeyê ji bo hemû nûnerên opozîsyona Sûrîyeyê hatin şandin.
Sergey Lavrov piştî hevdîtina bi sekreterê giştî yê Rêxistina Ewlekarî û Hevkarîya Ewropayê (OSCE) ji rojnamevanan re ragihand ku “Li gor nêrîna min, li ser vê mijarê niha gelek nirxandin û pêşbînîyên ji demê zûtir têne kirin. Vexwendnameya Kongreyê hem ji bo hikûmetê û hem jî, bi taybet dibêjim, ji bo hemû hêzên opozîsyona Sûrîyeyê yên li welêt û yên li derveyê welêt re hatine şandin”.
Li gor gotinên wezîrê karên derve yê Rûsyayê, Kongreya li Soçîyê wê bibe hewldana yekemîn a dabînkirina biryarnameya 2254 ya ku tê de tê destnîşankirin ku civaka navneteweyî pêwist e piştevanîya sûrîyeyîyan bike ku dîyaloga niştimanî bête pêkanîn.
Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê lîsteya 33 rêxistinên hatinî vexwendin eşkere kir. Komîteya Bilind a Guftûgoyan ya Opozîsyona Sûrîyeyê ya ji alîyê Erbistana Siûdî ve tê piştgirîkirin, beşdarîya di vê Kongreyê de red kir.
Kongreya Dîyaloga Niştimanî ya Sûrîyeyê wê roja 18ê Mijdarê li bajarê Soçî ya Rûsyayê bête lidarxistin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin