Endam bûna Tirkiyeyê li YE gelek zehmete.
Li Almanya nîqaşên endametiya Tirkiyê û ya ji bo Yekîtîya Ewrûpayê berdewam in. Ji ber siyaset û helwesta Erdogan, piranîya partiyên sereke yên Almanyayê li dijî endametiya Tirkiyê derdikevin.
Ji bo damezirandina hikûmetek nû, çûn û hatinên partiyan û mizakereyên wan didomin. Ji ber ku partiya herî mezin CDU nikare bi serê xwe bibe hikûmet, mecbûr e bi partiyên din re koalîsyonê bike û partiyek yan jî du partîyan bike şirîkê desthilatdariya xwe. Yek ji wan partiyan jî bêguman Partiya Keskan e.
Di derbarê Tirkiyê û endametiya wê ya ji bo Yekîtiya Ewrûpayê de Hevserokê Keskan Cem Ozdemîr dîtina xwe û partiya xwe anî zimên. Ozdemîr, carek din anî zimên ku „Herkes zane ku Tirkiye bi serokatiya Erdogan nikare bibe endamê Yekîtiya Ewrûpayê“ û got: „Li şûna ku em endametiya Tirkiyê nîqaş bikin, çêtire em hewl bidin bê ka emê çawa hemwelatiyên xwe yên Alman ji zindanên Tirkiyê rizgar bikin“.
Di derbarê Tirkiye û endametiya wê de helwesta partiyên Alman ji bo koalîsyona nû rolek sereke dilîze. Wer xuda dike ku di derbarê Tirkiye û Erdogan de dîtin û helwesta tu partiyekê hev nagre û piraniya wan li dijî Erdogan û siyaseta wî ne. Ev yek jî ji bo pêkanîna koalîsyonê astengiyekê derdixe pêş.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin