NY: Îraq nikare xirabkariyên DIŞIê dadgeh bike

NY dibêje hikûmeta Îraqê nikare tawanbaran darizîne
کوردستان TV
100%

 

 

Raporteke Neteweyên Yekbûyî (NY) îro pêncşemê da zanîn ku karîna Îraqê tune ku xirabkariyên DIŞIê yên dema şerê rizgarkirina Mûsilê de darizîne.

Dadgeha Tawanan ya Navnetewî (ICC) ya NY got ku divê Îraqê rêkên din peyda bike ku zêdegaviyên DIŞIê dadgeh bike.

Raporta ICC dîyar dike ku di dirêjîya operasyona rizgakirina Mûsilê de, herî kêm 2,521 sîvîl hatibûn kuştin û 741 ji wan hatibûn înfaz kirin. Raport bal dikşîne ku piranîya wan ji aliyê DIŞIê ve hatine kirin.

Serwerîya dadgehên Îraqî li ser tawanên navnetewî yên wek jenosîd, tawanên dijî mirovahî û tawanên ceng tuneye û dozger, polîs û dadwer ne xwediyê karîn û zanîna lêpirsîn, vekolîn û dadgehkirina bergumanên wan sucan in.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.