Balefirên Tirkiyeyê devera Sîdekan bordiman kirin

balefirên Tirkiyeyê dîsa dest bi bordimana deverên sînorî kirin
کوردستان TV
100%

 

 

Balefirên Tirkiyê li devera Sîdekan kempên PKKê bordiman kirin.

Firokeyên şer yên Tirkiyê, bi hêceta hebûna PKKê devera Sîdekan ya Başûrê Kurdistanê dan ber bombeyan.

Firokeyên şer yên Tirkiyê îro danê nîvro derdora nahiya Sîdekan ya bajarokê Soran yê Başûrê Kurdistanê dan ber bombeyan.

Li gorî agahiyan, firokeyên Tirkiyê bi hêceta hebûna hêzên PKKê ew der dane ber bombeyan. Heta niha nayê zanîn di encama wê êrişa asmanî de tiştekî bi kesî hatiye yan na lê tê gotin ku xelkê wê deverê gelekî tirsiyane.

Demek dirêje Tirkiye bi hêceta hebûna hêzên PKKê deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê dide ber bombeyan. Heta niha gelek welatiyên bê guneh di encama wan êrişan de hatine kuştin, gelek kes birîndar bûne.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.