IHD: Di 9 mehan de 482 kesan jiyana xwe ji dest dan, êdi hêvi nema ye

IHD raporteke binpê kirina mafên mirovan weşand
کوردستان TV
100%

 

IHDya Şaxa Amedê binpêkirinên mafên mirovan yên 9 mehên sala 2017an yên li bajarên kurdan aşkere kir û ragihand ku di tevahî 482 kesan jiyana xwe ji dest daye. Li gorî raporê 15 hezar û 647 binpêkirînên mafên mirovan hatîne jiyîn. Serokê İHDê Raci Bilici rapor şîrove kir û got: "Êdi hêvi nema ye.

Komeleya Mafên Mirovan (IHD) Şaxê Amedê, li ser binpêkirinên mafên mirovan yên di atmosfera şer de rapora xwe ya 9 mehên sala 2017an aşkere kir. Beriya eşkerekirina raporê, Serokê ÎHDê yê Amedê Raci Bilici li civîna çapemeniyê axivî û balkişand ser polîtîkayên tundiyê. Bilici diyar kir ku ev polîtîka dibin sedema mirin û binpêkirina mafên mirovan. Bilici destnîşan kir ku her roj mirov jiyana xwe ji dest didin û ji ber vê sedemê jî êdi hêvî nema ye.

Bilici ragihand ku di qada civakî, sîyasî û aborî, di mijara jin û zarokan de gelek maf hatine binpêkirin û ev yek her roja ku diçe zêdetir dibe. Bilici got "Rewşa Awarte carek din hat dirêj kirin. Desthilatdarîya Tirkiyê Rewşa Awarte li gorî berjewendiyên xwe bikartîne û ev jî dibe sedema binpêkirina mafên mirovan. Divê Rewşa Awarte ya ku dibe sedema binpêkirina mafên mirovan were rakirin. Pêvajoya şer divê bi dawî bibû ji bo agirbestê divê pêvajoya çareseriyê were destpêkirin."

Piştî daxuyanîya Bilici rapora 9 mehan hat aşkere kirin. Li gorî raporê binpêkirina mafên mirovan ya 9 mehan wiha ye:

* Di pevçunan de 111 hêzên ewlehiyê û 361 milîtanên PKKê jiyana xwe ji dest dane.

* Di encama înfazên bêdaraz de 7 kesan jiyana xwe ji dest dane.

* Li girtîgehan 2 kesan jiyana xwe ji dest dane.

* Bi tevahî di 9 mehên sala 2017an de 482 kesan jiyana xwe ji dest dane.

* 19ê jê zarok 3 hezar û 278 kes hatin binçavkirin û 2 jê zarok 715 kes hat girtin.

* 549 kes rastî îşkenceyê hatin.

* Di 9 mehên sala 2017an de bi tevahî 15 hezar û 647 binpêkarinên mafên mirovan hatin jiyîn.

Sputnik

 

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.