Tirkiye: Nabe ku PYD beşdarî Civîna Astanayê bibe

mimkune Rûsya Tirkiye jiber PYDê rastî aloziyan werin
کوردستان TV
100%

 

Mimkune li ser PYDê Rûsya û Tirkiye werin hemberî hev.

Berdevkê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, Ibrahîm Kalin di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de naveroka serdana Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî a Tirkiyeyê diyar kir û derbarê seriyên sînor û civîna li Astanê axivî.

Berdevkê Serokomarê Tirkiyeyê Ibrahîm Kalin eşkere kir ku hevdîtinên Astanayê yên ji bo çareserkirina kêşeya Sûriyeyê encamên baş derdixin û da zanîn, ku dê hêzên wan li Idlibê operasyonên xwe berdewam bikin. Herwiha "Hebûna PKKê ya li Şingalê û li Qendîlê hate rojevê. Me xwest ku li hember hemû rêxistinan bi hevre tekoşînê bikin."

Ibrahîm Kalin li ser pirsekê da xuyakirin ku ew qebûl nakin PYDê jî tevlê pêvajoya hevdîtinên Astanayê bibe û diyar kir: "Kurdên din dikarin di Astanayê de hebin lê grûbên alîgirê PKKê, yên weke PYD nabe beşdar bin"

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.