McGurk: Amerîka Kurdistaneke bihêz û Îraqeke federal dixwaze

Amerîka dibêje em Kurdistaneke bihêz dixwazin
کوردستان TV
100%

 

 Nûnerê Serokê Amerîkayê yê şerê li dijî DIŞIê Brett McGurk, li ser navnîşana xwe ya tora civakî ya twîtterê ragihand: Di çarçoveya Iraqekî federal û yekgirtî de, Amerîka piştgirî dide Herêma Kurdistanê ya bi hêz."

Nûnerê Serokê Amerîkayê yê şerê li dijî DIŞIê Brett McGurk, li ser navnîşana xwe ya tora civakî ya twîtterê ragihand: Di çarçoveya Iraqekî federal û yekgirtî de, Amerîka piştgirî dide Herêma Kurdistanê ya bi hêz. Em daxwazê ji hemû aliyên kurdî dikin, heta hilbijartinên 2018ê, piştgirî bidin hikûmeta Herêma Kurdistanê.

McGurk derbarê biryara Serok Barzanî jî got: Em destxweşiya biryara dîrokî ya Serok Barzanî dikin. Herwiha emê li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û cîgirê wî Qubad Talebanî bi awayeke çalak kar bikin.

Her wiha Brett MCGurk amaje bi wê yekê kir, ku ji bo destpêkirina guftûgoyan û herwiha li gorî destûrê, çareseriya aştiyane ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de, di çend hefteyên derbasbûyî de Amerîkayê hewldanên xwe zêde kirine.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.