Nêçîrvan Barzanî: Bikaranîna hêz û arteşê nikare pirsgirêkan çareser bike

wezîrê derve û Berîtanya telefûna Serokwezîrê Kurdistanê kir
کوردستان TV
100%

 

Wezîrê derve yê Brîtaniyayê telefona Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.

  û Boris Johnson wezîrê derve yê Brîtanyayê piştgiriya xwe û welatê xwe ji bo mafên gelê Kurdistanê di çarçoveya destûra Îraqê de nîşan da û pêşwazî li destpêşxeriya hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bona destpêkirina danûstandinên navbera Hewlêrê û Bexdayê  û rawestanidna hemû tevgerên leşkerî kir.

Johnson bi telefonê ji serokwezîrê Kurdistanê re got ku wî ji Heyder Ebadî serowkezîrê Îraqê xwestiye wextek ji bo destpêkirina diyalogê diyar bike û digel Herêma Kurdistanê dest bi danûstandinan bike û hemû pirsgirêkan li ser bingeha destûrê çareser bikin.

Wezîrê derve yê Brîtaniya rola serok Barzanî di cenga dijî DIŞIê, xizmetkirina gelê Kurdistanê û rola di avakirina Îraqa nû de lîstî bilind nirxandin.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya alîkarî û hevkariyên Brîtaniyayê ji bo herêma Kurdistanê û piştgiriya wezîrê derve û welatê wî ji bona destpêkirina diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina hemû pirsgirêkan li ser bingeha destûrê û dûr jiu bikaranîna şidetê kir.

Serokwezîr ji wezîrê derve yê Brîtaniyayê re got ku Herêma Kurdistanê bi tu awayî naxwaze pevçûn çêbibin û bikaranîna hêz û arteşê nikare pirsgirêkan çaresr bike û di berjewendiya tu aliyan de nîne

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.