Şêwirmendê asayişa netewî ya Amerîka Herbert McMaster, careke din piştevanya xwe ji bo Herêma Kurdistanê tekez kir.
Herbert McMaster li Washigtonê eşkere kir, ku Amerîka Iraqeke bihêz û dûrî hejmûna Îranê dixwaze, got jî: Bihêzbûna Iraqê girêdayî bihêzbûna Herêma Kurdistanê ye.
McMaster tekez jî kir ku Amerîka xwediya pêwendiyên dîrokî ye li gel Herêma Kurdistanê û dema ew serdana bajarên Hewlêr, Silêmaniyê û Dihukê dike, hest dike li yek ji bajarên başûrê Ewrûpa ye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin