Berdevkê Dadgeha Destûra Bingehîn a Îspanyayê ragihand ku, dadgehê ragihandina serxwebûnê ya ku Parlamentoya Herêmî ya Katalonya ragihandibû betalkiriye.
Berdevk herwiha da zanîn ku Dadgeha Makezagonê, Berdevkê Parlamentoya Katalonyayê û parlamenterên din yên payebilind di 2-3ê Mijdarê ji bo îfadeyê vexwendine.
Piştî bi saetan ragihaandina serxwebûna Katalonyayê ya yek alî Madrîdê qanûna 155. Xistib3u meriyetê û parlamentoya Katalonyayê fesih kiribû, Serokê Katalonyayê Carles Pûîgdemont û hikûmeta wî ji wezîfeyê bi dûrxistibû û herwiha ragihandibû ku dê li herêmê di 21 Cotmehê de hilbijartinên nû werin lidarxistin.
Serokê Katalonyayê Carles Pûîgdemont jî biryara Madrîdê red kiribû û bang li hemwelatiyan kiribû ku "berxwedanên aştiyanê" pêkwerînin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin