Mesrûr Barzanî li gel Balyozên Franse û Almanyayê civiya.
Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Balyozê Franseyê yê li Bexdayê Bronu Ubert û Balyozê Almanyayê yê li Bexdayê Cyril Nonn û şandeke li gel wan civiya.
Di civînê de wan her du Balyozan tekez li ser dom kirina têkiliyên welatên xwe li gel Kurdistanê kir û anîn ziman ku ji bo ku aştî û aramî li deverê de hakim be, Franse û Almanya di hewldanên xwe yên bo miyancîgeriya navebra Hewlêr û Bexdayê û piştgîrî kirina diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê li ser esasê destûra Îraqê berdewam dibin.
Derbarê rewşa dawî ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî behsa leşkerkeşiya artêşa Îraqê û çekdarên heşda şebî kir û got: Ew lêv û tevgerên leşkerî bo xwe binpê kirina destûrê ye.
Mesrûr Barzanî diyar kir ku Kurdistan daxwaza aramî û asayîşê dike û me pê xweşe ku bilez bi piştgîriya civaka cîhanî diyaloga navbera Bexda û Hewlêrê ya di warê leşkerî de bo diyaloga ware siyasî û îdarî were guhertin.
Mesrûr Barzanî di beşeke din ji civîna han de behsa rewşa dawî ya li deverê û têk birina terorîstan kir û anî ziman ku Kurdistan di çarçoveya hevpeymaniya cîhanî ya li dijî terorê de girêdayê şerê dijî teror û tundûtîjiyê ye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin