Josep Lluis Alay: Barzanî serokê wan gelan e yên bo serxwebûnê xebat dikin

Serok Barzanî hêviya tevahiya wan gelane ku daxwaza serxwebûnê dikin
کوردستان TV
100%

 

 

Vekolerekî Katalonî dibêje, Barzanî hem serokê kurdan e hem serokê tevahiya wan gelan e yên ku bo serxwebûna xwe xebat dikin.

Vekolerê Katalonî û dostê gelê kurd Josep Lluis Alay li ser rûpela xwe ya twitterê wêneke xwe û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî belav kiriye û gotiye, hurmeta min ji Serok Barzanî re heye ku hem serokê kurdane hem jî serokê tevahiya wan gelan e yên ku bo serxwebûna xwe xebat dikin.

Wî dostê gelê kurd di demekî de ew peyam belav kiriye ku Serok Barzanî şeva borî ragihand ku êdî naxwaze serokatiyê bike û dê tenê wek pêşmergeyekî xebat bike.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.