Rêjîma Sûriyê: Reqa azad nebûye dîsa hatiye dagîrkirin

rejîma esed gefan li PYD û YPGê dike
کوردستان TV
100%

 

 

Rêjîma Sûriyê gef li YPGê xwar û ragihand, Reqa azad nebûye û hîn dagîrkirî ye û divê bikeve destê hêzên Sûriyê.

Ajansa “SANA” ya fermî ya Sûriyê belav kir, Wezareta Derve ya Sûriyê di daxuyaniyekê de bajarê Reqayê bi dagîrkirî binav kiriye.

Li gor daxuyaniyê, hikûmeta Sûriyê ragihandiye, ta artêşa Sûriyê nekeve nava Reqayê, ew bajar her dagîrkirî dimîne!

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DIŞIê bi serokatiya Amerîka ji bo veşartina tawanên xwe, behsa rizgarkirina Reqayê dikin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), ku piraniya wê ji şervanên YPGê pêk hatine, 20ê vê mehê di konferaseke rojnamevanî li nava Reqayê, rizagarkirina wî bajarî bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî bi fermî ragihandibû.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.