Spanya bi fermî biryara hilweşandina parlemana Katalonya dide

aloziyên navbera Katalonya û Spanyayê zêdetir dibin
کوردستان TV
100%

 

 

Herêma Katalaonya ku di nava Spanya de rewşeka otonomî hebû, niha dikeve bin kontrola rasterast a Medrîdê.

Serokwezîrê Spanî parlemana Katalonya ji hev xist yekser çend demjimêran piştî parleman herêmî ya Katalonya doh Înê erê kir li dor serxwebûna Herêmê ji Spanya.

Li gel jihevxistina Parlemanê, serokwezîr Mariano Rajoy banga hilbijartinên pêşwext kir di 21 meha 11an de û piraniya berpirsên mezin ên polîs ji postên wan bi dûr xistin.

Projebiryara cudabûna ji Spanya ji aliyê hêzên radîkal ên herêmê ve, hatibû pêşkêşkirin bo parlemanê û encam da bi rêjeya 70 dengî li gel, 10 li dijî, û 2 dengên sipî.

Partiya desthilatdar a Spanya û opozisyona sosyalîst, ku nêzîkî nêvê kursiyên parlemana Katalonya hildigrin, wan daniştina dengdanê paykut kiribû.

Sînatoya Spanya bersiva serxwebûna Katalonya da bi erêkirina sependina madeya 155a destûrê, ku desthilatê dide hikûmeta navendî, desthilatdarên herêmê ji kar dûr xe û rêveberiya wê kontrol bike.

Piştî biryara Sînato ya sepandina madeyê, hikûmeta navendî di cih de ragihand ku serkirdeyê herêmê Puigdemont û cîgirê wî êdî ne serkirdeyên hikûmeta Katalonya ne.

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.