Partî û saziyên Kurd: Îran, Iraq û Tirkiye li ser dijminatiya kurdan bûne yek

partiyên Kurdî dibêjin welatên deverê li dijî Kurdan bûne yek
کوردستان TV
100%

 

PAK, PDK-Bakur û PSKê êrişên li ser Kerkûkê bi daxuyaniyeke hevpar şermezar kir û ragihandin, "Îran, Iraq û Tirkiye careke din pirs û pirsgirêkên di navbera xwe de danîne alîyekî, li ser dijminatî û têkbirina destkeftîyên gelê me yê Başûrê Kurdistanê, bûne yek."

Hereketa Azadî, Partiya Sosyalîst û Azadiyê (OSP), Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK), PDK-Bakur û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) li ser êrîşa li dijî Kerkûkê û helwesta Tirkiyeyê daxuyaniyeke hevpar belav kir. Piştî ku li otelê dayîna daxuyaniyê hat qedexekirin nûnerên partî û saziyan daxuyanî li avahiya PAKê dan. Li ser navê partî û saziyan sîyasetmedarê Kurd Sertaç Bucak axivî û qedexeya walitiyê ya ji bo daxuyaniyê şermezar kir. Bucak pişt re daxuyaniya hevpar xwend û got "Artêşa Iraqê bi piştgiriya Îranê Başûrê Kurdistanê dagir dike. Em vê dagirkirinê rûreş dikin."

Bucak bal kişand ser encama referandûma serxwebûnê û wiha berdewam kir: "Li Rojhilata Navîn a ku hema hema tevahiya wê bi rejîmên otoriter têne rêvebirin, ev îradeya meşrû, aştiyane û demokratîk a gelê Kurdistanê, nîşana pêşketin û kultureke cuda ya hevdem û medenî ye. Lê mixabin, ew Kurdistana Federe ya ku ji bo hemû etnîsîte, dîn û mezheban bûye girava azadî û demokrasiyê, niha tûşî şer û êrîş û dagirkirineke nû ya hovane û dijminane bûye. Dewleta Şîe ya Îranê, Dewleta Mezhebî ya Iraqe û Dewleta Tirkiyeyê, careke din, pirs û pirsgirêkên di navbera xwe de danîne alîyekî, li ser dijminatî û têkbirina destkeftîyên gelê me yê Başûrê Kurdistanê, bûne yek. Xeletî, zeaf û îxanetên navxweyî jî ji vê rewşa xerab re rê xweştir kirine."

Bucak helwesta Tirkiyê jî b tundî rexne kir û wiha axivî: "Hikûmeta Enqereyê ango desthilatdariya AK Partiyê, gava ku DIŞIê xwestibû êrîşê Hewlêrê bike bêdeng mabû. Lê vê carê bes qîma xwe bi bêdengîyê neaniye, bûye hevkarê dagirkirin, êrîş û şerê li dijî gelê me yê Başûrê Kurdistanê jî. Desthilatdariya AK Partiyê, niha bi temamî xwe radestî sîyaseta MHPyê ya nîjadperest û êrîşker kirîye û ketiye bin tirsa ‘perçebûn'ê. Siyaset û helwestên Erdogan û desthilatdariya AK Partiyê, tu eleqeya wan bi rastîya heyî, bi çareserkirina pirsgirêka Kurd û Kurdistanê ve tune ye. Desthilatdariya Enqereyê, bes ji bo ku destkeftiyên Kurdan têk biçe, bi zaneyî, rê ji dagirkirina Îranê û Iraqe re xweş dike. Ev weke tercîheke resmî ya dewleta Tirkiyeyê ye. Dewleta Tirkiyeyê di dagirkirin û têkbirina Başûrê Kurdistanê de piştgiriya Îranê û Iraqê dike. Em vê helwest û sîyaseta dewleta Tirkîyeyê şermezar dikin. Gelê me tu caran dostanî jî, dijminatî jî ji bîr nekiriye."

Di daxuyaniyê de ev daxwaz hatin rêzkirin:

  • Artêşa Iraqê ya ku bi piştgiriya Îranê Kurdistan careke din dagir kiriye, divê destê xwe ji Başûrê Kurdistanê bikişîne
  • Referandûm beyaneke meşrû, demokratîk, aştiyane ya gelê Kurdistanê ye.Divê her kes û her alî rêzê li vê îradeyê bigirin.
  • Dewleta Tirkiyeyê divê dest ji vê siyaseta xwe ya xelet ya dijîtiya Başûrê Kurdistanê berde.
  • Dewletên cîhanê û raya giştî ya cîhanê ji bo parastina pirrengî, demokrasî û azadiya li Başûrê Kurdistanê, divê li dijî vê dagirkirinê derkevin.
  • Em bangi Neteweyên Yekbûyî, NATO, Yekitîya Ewrûpa û Konseya Ewrûpayê dikin ku, li dijî vê dagirkirina Îranê û Iraqê derkevin û Kurdistana ku girava azadî û demokrasîyê ya li Rojhilata Navîn e, biparêzin.

Piştî daxuyaniyê endam û nunerên partî û saziyan li mizgefta Ofisê ji bo peşmergeyên ku di şer de jiyana xwe ji dest dane nimêja cinaze kirin û dua kirin.

Sputnik

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.