NY: Artêşa Sûrî êrîşa kîmyayî ya Xan Şêxûnê pêk aniye

Rejîma Sûriyayê çekên kîmiyayî li Xan Şêxûnê bikar aniye
کوردستان TV
100%

 

 

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku êrîşa kîmyayî ya li Îdlib ya Sûriyê, ku di meha Nîsanê de hatibû pêkanîn, ji aliyê Aetêşa Sûriyê ve hatiye kirin.

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî (OPCW) dîyar kir ku vekolîn gumanên bîragiştî piştrast dikin û gaza sarînê ji firokan bi bombeyan re hatiye avêtin.

di raporê de hat nivîsîn ku li gor encamên vekolînên komîsyonê, berpirsê êrîşa bi gaza sarînê ya di 4'ê Nisanê ya 2017'an de li Xan Şêxûnê li dar ketiye, Komara Ereb ya Sûriyê ye.

Di êrîşa li Xan Şêxûn ya Îdlibê de 87 kes jiyana xwe ji dest dabûn.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.