Neteweyên Yekbûyî bi tundî Hikûmeta Tirkiyeyê rexne kir

NY bi tundî rexne li Tirkiyeyê dike
کوردستان TV
100%

 

Raportorê Neteweyên Yekbûyî (NY) David Kaye derbarê rojnamegerên girtî û rewşa OHALê de aciziya xwe anî ziman û diyar kir ku Hikûmeta Tirkiyeyê bi hinceta hewla darbeyî dengên muxalif dibire û lewra ew bi tundî AKPê rexne dike û dibêje "Dadgeh, bo parastina fikr û ramanê aciz e û azadiya fikrî û xweîfadekirine di xetere ye."

Raportor teqez dike ku ew ji ber zextên Tirkiyeyê yên li ser çapemeniyê bifikar in û wiha pê de çû, "Çapemeniya azad, bo ku raya giştî fikrê xwe bîne ziman û li hemberî serokên siyasî helwestekê nîşan bide derfetek e herwiha fersendê dide siyasetmedaran jî ji bo ku fikrên raya giştî hîn bibin û wan fikran binirxînin.

Di berdewamiya nirxandinê de bi raya raportor Tirkiye qanûnan bi awayekî keyfî bikar tîne û diyar dike ku, "Hikûmeta Tirkiyeyê bo dengên muxalif absorbe bike mewzûata têkoşîna li dijî terorê, ji Biryarnameyên di hukmê qanûnê de (KHK) û ji îstîfadekirina Rewşa Awarte (OHAL) gelekî bifikar in."

Raportor balê dikşîne ser çewisandina raya giştî û eşkere dike ku, "Ji rêya demokrasiyê bi awayekî tundrew veger heye lewra divê demildest ji vê yekê vegerin"

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.