Li Xazirê 5 tirimbîlên çeteyan hatin şewtandin

li Xazirê tirşika terorîstên Îranî hate derxistin
کوردستان TV
100%

 

Li mihwera Xazirê jî hêzên pêşmerge derbeke dijwar li arêşa dagîrker û çeteyên ser bi Îranê da.

Îro danê sibê artêşa dagîrker û çeteyên ser bi Îranê li mihwera Xazirê xwestin êrîşî ser hêzên pêşmerge bikin lêbelê hêzên pêşmerge bilez li wan hatin xezebê û di encam de 2 tanik û 3 tirimbîlên leşkerî yên Hummar yên ku yên Amerîkayêne û ji aliyê terorîstan ve li dijî Kurdistanê tên bikaranîn, şewtandin.

Li gor jêderekî leşkerî li Xazirê ji bilî ji nav birina wan 5 tirimbîlan hevdem 12 çeteyên ser bi Îran û artêşa dagîrker jî hatine kuştin û leşên wan jî di nava qada şer de hatine bicîhêştin û artêşa dagîrker û çeteyên ser bi Îranê jî qada şerê reviyane.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.