Li Zumarê herî kêm 45 çete hatin kuştin

li Zumarê herî kêm 45 terorîstên Îranî hatin kuştin
کوردستان TV
100%

 

Li Zumarê hêzên pêşmerge pişt li artêşa dagîrker û çeteyên Îranê şikand.

Îro danê sibê li mihwera Zumarê artêşa dagîrker û çeteyên ser bi rejîma Îranê bi mebesta dagîr kirina deriya sînorî ya Sihêla  êrîşî ser hêzên pêşmerge kirin lêbelê êrîşa wan tarûmar bû.

Di vê derbarê de Fermandarekî hêzên pêşmerge diyar kir ku li gel destpê kirina êrîşên terorîstên Îranî û artêşa dagîrker, hêzên pêşmerge dest bi berxwedan û bersifdayînê kirin û di encam de derbên gelek dijwar li terorîstên Îranî û artêşa dagîrker hatin dayîn.

Ew fermandarê pêşmerge diyar kir ku di encam de herî kêm 45 terorîstên Îranî û çekdarên artêşa dagîrker hatin kuştin û 75 terorîst û çekdarên dagîrker jî birîndar bûn.

Herwiha balefireke bêyî pîlot ya terorîst û dagîrkeran jî ji aliyê hêzên pêşmerge ve hatiye xistin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.