Li devera Zumarê ya Herêma Kurdistanê di navbera Hêzên Pêşmerge û endamên Heşda Şebî de şerekî dijwar rû dide.
Hat ragihandin ku di dema vî şerî de çend top li derdora deriyê Sêmalka ya li aliye Rojava ketine û di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest daye û çar kes jî birîndar bûne.
Li gorî agahiyên ANHAyê di dema şerê navbera Hêzên Pêşmerge û endamên Heşda Şebî de çend top li derdora deriyê Sêmalka ya aliye Rojava ketine û di encamê de peywirdarek li ber deriye Sêmalka jiyana xwe ji dest daye û çar kes birîndar bûye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin