Amerîka bo hilweşandina rejîma Îranê vê hêzên Îranî bikar bîne.
Rayedarên Amerîkayê diyar kirin ku Amerîka dixwaze bo hilweşandina rejîma îslamiya Îranê vê piştgîriya hêz, alî û grûpên reformist yên navxweyî ên Îranê bike.
Di vê derbarê de jî wezîrê derve yê Amerîkayê Ryx Tillerson diyar kir ku rejîma Îranê piştgîriya tevahiya terorîst û terora heyî ya li deverê de dike û rejîma Îranê jî bûye sedem daku şerê navxweyî yê li Sûriye û Yemenê bi dawî nebe.
Tillerson herwiha diyar kir ku vê Amerîka hevkariya xelkê Îranê bike daku çarenivîsa xwe diyar bikin û Amerîka piştgîriya wan aliyên reformîst yên ku dixwazin rejîma Îranê hilweşînin dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin