Silêman Cafer: Erdogan dixwaze heyfa DIŞIê ji Efrînê rake

Erdogan jiber toleya birayên xwe bistîne êrîşî Efrînê dike
کوردستان TV
100%

 

 

Berpirsê Peywendîyên Derve yê Kantona Efrînê Silêman Cafer, di hevpeyvîneke taybet de ji Dengê Amerîka re ragihand ku Tirkiye dixwaze heyfa terorîstên DIŞIê ji Efrînê rake.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di komcivîna AKP de diyar kiribû ku operasyona li Îdlibê li ber qedandinê ye û li pêşiya wan Efrîn heye.

Cafer diyar kir ku ger Tirkiye êrîşî Efrînê bike dê ew der ji wê dewletê re bibe goristan.

Cafer got: Miletê Efrînê, ji 7 salî heta 100 salî herkes xwe fêrî çekan dike. Efrîn namus û kerameta me ye. Heta Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hebe Erdogan nikare derbazî Efrînê bibe’’

Cafer da zanîn ku hêza sereke ya ku DIŞI sekinand YPG ye û jiber wê kîn û nefreta Erdogan li ser wê hêzê heye.

Cafer diyar kir ku DIŞI û hêzên din yên ku Tirkiye piştgirîya wan dike li Sûriyê têk çûne û Erdogan dixwaze di ser Efrînê re heyfa DIŞIê rake,  û got: lê Efrîn, ne Îdlib û Bab e.

Berpirsê Peywendîyên Derve yê Kantona Efrînê da zanîn ku bi Amerîka re peywendiyên wan yên leşkeri hene û Amerîka garantî daye ku dê Tirkiye derbazî axa Efrînê nebe.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.