Heyder Ebadî dibêje lazime referandum û encamên referandumê werin hilweşandin.
Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî îro Pêncşemê pêşniyara Kurdistanê ya cemidandina encamên referandumê red kir û daxwaza pûçkirina wan encaman kir.
Ebadî di daxuyanîyeke nivîskî de got ku hikûmeta wî dê tenê betalkirina referandumê û rêzgirtina qanûna bingehîn ya Îraqî qebûl bike.
Beşdarên referandumê bi awayekî pir xurt piştgirî dabûn referanduma serxwebûnê, lê Ebadî ew referandum wek neqanûnî îlan kiribû û hêzên xwe şandibû herêmên bin kontrola Kurdan.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin