Kolberekî kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin

çekdarên îranî li ser kuştina kolberên Kurd berdewamin
کوردستان TV
100%

 

Kuştina kolberên Kurd bûye karê rojane ya çekdarên Îranî.

Hat ragihandin ku kolberekî kurd li sînorê Îran û Herêma Kurdistanê ji aliyê pasdaran ve hat kuştin.

Li gorî çavkaniyên herêmî, kolberekî kurd li nêzî gundê Elwasan yê herêma Somaya Biradost a Urmiyê ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin.

Li gorî zanyariyan, kolberê kurd yê bi navê Rêber Namiyan ku ji aliyê pasdaran ve hat kuştin ji gundê Elbîra yê Urmiyeyê bû.

Ji aliyê din ve malpera mafê rêxistina mafê mirov a Hengaw di raporteke xwe de ragihand ku îro li navçeya Çengule ya Mehrana Îlamê ji ber teqîna mayînê kesekî jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.