Wezareta Pêşmerge: Heşda şebî pêbendî ti rêkeftinekî nabe

çeteyên heşda şebî êrîşên xwe didomînin
کوردستان TV
100%

 

 

Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê bi tundî hişyarî da Heşda Şebî û ragihand, ew li ser êriş û tehdîdkirina Kurdistanê berdewam bin dê rastî bersivên tund bên.

Wezareta Pêşmerge li ser êriş û tehdîdên Heşda Şeibî û pasdarên Îranê li ser Kurdistanê daxuyaniyek belav kir. Naveroka daxuyaniyê wiha ye:

“Piştî bûyerên Kerkûkê û pêşdeçûnên Heşda Şeibî û hêzên Iraqî li deverên nakokîdar, wisa xuya dike ku ev hêz guhê xwe nadin ti rêkeftinekê û li ser gef û komkirina hêz li wan deveran rijd in. Ev livîna hêzên Heşda Şebî û binpêkirina rêkeftinan nîşan dide ku niyeta wan xirab e û dixwazin kerameta gelê Kurdistanê binpê bikin.

 Em ji her kesî re dibêjin ku ev hereketên Heşda Şeibî û hêzên Iraqî bi ti awayî nayên qebûlkirin. Pêşmerge dê bi hemû hêza xwe gelê Kurdistanê û jiyan û kerameta wan biparêze.”

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.