Mistefa Ozçelîk weke Serokê giştî hat hilbijartin.
Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) di 21-22ê mehê de li Enqerê kongreya xwe ya asayî li darxist. Kongre bi sirûda neteweyî di bin Ala Kurdistanê de bi rêzgitina şehîdên Kurdistanê dest pê kir. Gelek delege endam û mêvan beşdarî kongreyê bûn.
Di kongreyê de Mistafa Özçelik bi yekdengî, careke din weke Serokê Giştî yê PAKê hate hilbijartin.
Di kongreya PAKê dagirkirina Kerkûkê jî hate rojevê û hate aşkerekirin ku ew dagirkirin bi plana Îran û Iraqê û di encama zeaf, ixanet û xeletîyên navxweyî hatîye li dar xistin.Dewleta Tirkîyê jî bi gotin û helwest û kiryarên xwe rê ji vê dagirkirinê re xweş kirîye.Kongreyê ev êrîş û dagirkirina rûreş kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin