Lavrov: Em Konsulusxaneya xwe li Hewlêrê danaxin

Rûsya daxwazên Îraqê cîhbicîh nake
کوردستان TV
100%

 

Rûsya daxwaza Îraqê bo daxistina Konsulusxaneya xwe ya li Hewlêrê red kir.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, aşkere kir ku ew arezûya nasandina nasnameya kurdên Iraqê fêhm dikin lê divê ev yek bi diyaloga li gel Bexdayê re were kirin.

Lavrov di civîna çapemeniyê a li Moskow ya di piştî hevdîtina bi Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Îbrahîm Caferî re axifî: Em daxwaza nasandina nasnameya kurdan fêhm dikin. Lê belê em  têne kirina vê yekê bi diyaloga li gel Bexdayê rast dibînin. Li gel vê yekê divê li ber çav were girtin ku Kêşeya Kurd bi giringiya xwe ya herêmî û li herêmê nebe sedema bê îstîkrariyên nû."

Lavrov diyarkir ku di nav kurdên Iraqê de bizavên siyasî yên cuda jî hene û em bi hemû bizavên siyasî yên Iraqe re pêwendiyan datînin û em ji wan helwesta Moskowê dibêjin.

Lavrov di civîna çapemeniyê de nûçeyên ku Rûsya red kiriye ku konsolxaneya xwe ya Hewlêrê bigre jî nirxand. Lavrov ev nûçe wekî provakasyon binavkir û weha berdewam kir. "Koınsolxaneya Rûsya ya Hewlêrê wekî ya hemû dewletên din karên xwe berdewam dikin. Herwiha dixwazim bibîrbixim ku konsolxaneya me ya Hewlêrê girêdayî konsolxaneya me ya Bexdayê ye."

Lavrov da zanîn ku ew hêvî dikin ku şerek di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de dernekeve.

Ji hêla din ve Lavrov anî ziman ku karsazên rûsî dixwazin li Iraqê û Herêma Kurdistanê çalakiyên xwe zêdetir bikin û bala wan li ser vê yekê ye.

Lavrov weha berdewam kir: "Bala şirketên rûsî li ser wê yekê ye ku li Herêma Kurdistanê hevkariya aborî zêdetir bikin û dixwazin hem li Iraqê û hem jî li Herêma Kurdistanê ya ku perçeyekî Iraqê ye çalakiyên xwe berfirehtir bikin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.