Rûsya mûşeka balîstîk ya termo-nukleerî diceribîne

Rûsya jî dest bi cerbandina mûşekên nûkleerî kir
کوردستان TV
100%

 

Wezareta Berveniyê ya Rûsyayê ragihand ku dê li baregeha fezayî ya Plesetskê 2 mûşekên balîstîk yên navparzemînî yên termo-nukleerî ku bi sotemeniya avî dixebitin diceribîne.

Çavkaniyeke ji Wezîrê Berevaniyê ji rojnamea Kommersantê re ragihand ku dê heta dawiya vê salê li baregaha fezayî ya Pletskê 2 mûşekên balîstîk yê bi navê Sarmat RS-28 diceribîne.

Çavkaniyeke din dibêje ku armanca ceribandina mûşekan testkirina pergalên moşekî ye. Ji hêla din ve Femandarê Stratejiya Hêzên Mûşekan Sergey Karakeyv dabû zanîn ku dê di 2019-2010 de were bikaranîn.

Qapasîteya mûşeka Sarmatê 100 ton e û dikare bi qasî 10 tonî ragire hemû deverên dinyayê.

Endamê Şêwira Sinaiya Leşkerî ya Rûsyayê Viktor Murahovskiy taybetmendiyên RS-28ê wiha diyar kiribûn: "Taybetmendiya moşekên ku sotemeniya lîkîd dixebitin ew e ku dike ku zêdetirîn cebilxaneyê ragire. Armanca ceribandinê mûşekan ew e ku moşekan ji silodê guncawtir û kartêkertirtir bêne ceribandin."

Sputnik

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.