Li Rojhilatê artêşa Îranê kolberekî din qetil kir

hêzên îranî kolberekî din yê Kurd qetil kirin
کوردستان TV
100%

 

Hat ragihandin ku li ser sînorê Îran û Herêma Kurdistanê, derengiya şeva borî kolberekî Kurd bi guleyên pasdarên Îranê hat kuştin.

Li gor çavkaniyên herêmî, bûyer li sînorê bajarê Serdeşt ê Urmiyê rû daye û kolberê Kurd bi guleya pasdarên Îranê hatiye kuştin.

Hat zanîn ku kolberê Kurd yê bi navê Pîştîwan li nêzîkî gundê Bîtûşî yê li herêma Alanî ya Serdeştê di encama gulebarana pasdarên Îranê de jiyana xwe ji dest daye.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.