Hêzên Iraqî û Heşda Şebî amadekariya êrîşa navçeyên Dihukê dikin

artêşa Îraqê planeke din ya qirêj amade dike
کوردستان TV
100%

 

Çavkaniyeke leşkerî ya pêşmergeyên Kurdistanê ji Spûtnîk Kurdistanê ragihand ku hêzên Iraqî û Heşda Şebî xwe amade dikin êrîşî navçeya Şêxan û hin navçeyên Dihukê bikin.

Berpirsekî eniya Başikê yê hêza pêşmerge ji Spûtnîkê re ragihand, hêzên Iraqê yên ji artêş, Heşda Şebî û polîsên federalî pêk tên, li Musilê xwe amade dikin ji bo pêşde werin û ber bi qezaya Şêxanê û hin navçeyên nêzî bajarê Dihukê bibin.

Berpirsê pêşmerge ku nexwest navê xwe bide, da xuyakirin, Doh 21ê Cotmehê fermandarên artêşa Iraqê û Heşad Şebî û polîsên federalî yên Iraqê, li bajarê Musilê 4 demjimêran civînek li dar xistine û tê de behsa wê yekê kirine ku çawa êrîşî ser navçeyên Şêxan, Tikîf, Alqoş û Faîde ya li nêzî Dihukê bikin.

Herwiha dixwazin bilivin heta navçeya rojavayê rûbara Dîcle ku dikeve sînorê Sûriyê.'

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.